Trump derbarê Fethullah Gulen de daxuyanî da

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Fethullah Gulen de destnîşan kir ew niha îadekirina wî nanirxînin.

Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîka derbarê îddîayên îadekirina “Fethullah Gulen” de destnîşan kir ew niha vê yekê nanirxînin û tiştên ku derbarê vê mijarê de tên gotin nerast in.

Trump, pirsên rojanemegeran ên derbarê îadekirina Fethullah Gulen û cinayeta Cemal Kaşikçi de bersivand.

Trump pirsa ku derbarê îadekirina Fethullah Gulen de wisa bersivand: “Niha ev mijar ji teref me ve nayê nirxandin. Li ber me ev yek heye; ka gelo em dikarin bo Tirkîyê çi bikin, em her tim li vê dinêrin. A rastî em vê yekê ji bo temamê welatên ku pêwendîyên me bi wan re baş e dikin.”

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew  hêj meseleya Cemal Kaşikçi yê ku di konsulxaneya Siûd a li Stenbolê hat kuştin bi CIAyê re neaxivîye û ew ê meselê bi Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo û rayedarên îstîxbaretê re xe ber bide.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e