Trump dîsa gef li Îranê xwar

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji ber ku Îranê lîmîta uranyuma meyandî derbas kiriye gefê li Îranê xwar.

Meha borî ji teref Berdevk Behruz Kemalvendî daxuyanîyek dabû televîzyona fermî ya Îranê û di daxuyanîya xwe de diyar kiribû ew ê di dawîya meha hezîranê de asta uranyumê ya ku di peyman nukleer de hatiye diyarkirin derbas bikin.

Li gorî agahîyên ku hatine belavkirin Îranê îro asta uranyuma meyandî ya ku di peymana nukleer de hatiye diyarkirin derbas kir û stoka xwe derxist li ser 300 kîloyan.

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji ber ku Îranê lîmîta uranyuma meyandî derbas kiriye gefê li Îranê xwar.

Trump ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê de diyar kir “Rûhanî dibêje ger peyman tune be ew ê li gorî dilê xwe mîktara uranyuma meyandî zêde bikin. Îran, di warê hişyarîyên ku tu dikî de haya xwe ji xwe bike, ew gefxwarinên ku tu dixwî dibe ku li te vegerin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e