Trump: “Ger Kurd bên hedefgirtin em ê ji hêla aborîyê ve Tirkîyê hilweşînin!

Serokê Dewleta Amerîkayê destnîşan kir “Ger Kurd bên hedefgirtin em ê ji hêla aborîyê ve Tirkîyê hilweşînin!”

Ji teref Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Trump di daxuyanîya ku belav kir de gef li Tirkîyê xwar û destnîşan kir “Ger Kurd bên hedefgirtin em ê ji hêla aborîyê ve Tirkîyê hilweşînin. Em ê herêmeke bi ewlehî ya ku ji 20 mîlan pêk tê amade bikin.  Bi heman awayî em naxwazin Kurd jî Tirkîyê provoke bikin.”

Piştî daxuyanîya ku ji teref Trump ve hat dayîn re Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji ser medyaya civakî daxuyanîyek da û ji daxuyanîya Trump re wisa bertek nîşan da: “ Terorîst nikarin bibin mutefîkê we. Kurdên Sûrîyê û PKKê wek hev hesibadin xetayeke pir mezin e. DEAŞ, PKK, PYD û YPG ev tev yek in, di navbera wan de tu ferq tune ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Li kitêbxaneyên Amedê erzaniya Remezanê