Trump, Netenyahu û Bîn Selman li dinyayê nîşaneya şiddetê ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîfê ku ji qerara mueyîdê ya Serokê Amerîka Trump re bertek nîşan da destnîşan kir “Trump, Netenyahu û Bîn Selman li dinyayê nîşaneya şiddet û bêewlehîyê ne.”

Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di merasîma ku li Tahranê ji ber minasebeta “Roja Rojnamegeran” hat tertîpkirin de axivî û ji qerara mueyîdê ya Serokê Amerîka Donald Trump re bertek nîşan da.

Wezîr di axavtina xwe ya ku kir de pirsî ger hûn gelê Îranê difikirin wê demê we çima mueyîdeya ewil ji asimanvanîya siwîl re  anî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dibe ku zordarîya Amerîka bo me astengîyan derbixe holê; lê belê îro hemû kesên li cîhanê qala tenbûna Trump, Netenyahu û Bîn Selman dikin. Ev her sê kes li dinyayê sembol û nîşaneya şiddet û bêewlehîyê ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e