Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn

Serokê Rûmetê yê Komeleya Fatîh Akincilar Mehmet Şahîndestnîşan kir di wê teşebûsa darbeya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevanîya Amerîka hat kirin de xelk bo demokrasîyê xwe berneda kolanan û dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn.

"Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn”

Şahîn di nirxandina ku derbarê mijarê kir de diyar kir ger darbe bi serketibana ew ê wê demê çiqas camîayên Îslamî yên ku kêfa Amerîka ji wan re nayê dê tev hatibana  tafsîyekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ev yek bê îzahkirin; gotinên mîna ‘xelk bo demokrasîyê xwe berdan kolanan, şehîd û xazîyên demokrasîyê…’ ev tev çîrok in. Ev xelk bo welatê xwe biparêze xwe berde kolanan û bes mebesteke wan hebû. Xelk dizanibû ku di pey vê darbeyê de FETO û Amerîka heye ku însan bo vê yekê daketin kolanan, bo vê yekê şehîd û xazî bûn. Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn. Însan li kolanan dirûşmeyên mîna ‘Qehir bibe Amerîka û FETO’ davêtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir