Tunebûna “Mavi Marmara”yê Îsraîl Rihet Kir
Li gor xeberên ku ji wê hêlê ve tên Îsraîl ji bo ku fîloya Ğezzê bide sekinandin hazirîyên xwe dide dewam kirin. Li ser îhtîmala ku wê aktîvîst li hember ‘esker rabin, karbidestên Îsraîl dixwazin fotografkîşa jî bibin wê operasyona ku wê çêkin. Bi vî hawayî hesab dikin ku di gemîyande çi çêbûye çi çênebûye bi nêrîna Îsraîl derhal nîşanî dinyayê bidin.
Li gor xebera qezeta “Haaretz” ê Îsraîl texmîn dike ku wê 8 yan jî 9 gemî di fîloyê de hebin. Hefta çûyî jibo vê hazirîyê tetbîqatek çêkiribû ku têde qomando jî hebûn.
Ji alîyê din ve Îsraîl destûr dide ku alîkarî di bejêde derbas bibin. Hefta çûyî tirek tije îlac ku kizilay a Tirk şandibû di derîyê sînorê “Erez”êde ket şerîta Ğezzê. Do jî 12 heb ambulans di derîyê Refah ê de ji alîyê Misir ê ve tevî 62 heb aktîvîstên Ewrûpayî ketin Ğezzê.
XEBER: Selamî HIŞYAR/ KELHAAMED