Walîtîya Semsûrê: 3 leşker bi berikên hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan

Walîtîya Semsûrê destnîşan kir 3 leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan bêhemdî ji teref hevalên wan ve hatine kuştin.

Ji teref Walîtîya Semsûrê ve derbarê 4 leşkerên ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest dan de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat  belavkirin de hat destnîşankirin ji ber teqemenîya ku berî niha hatibû bicîkirin leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û ku 3 leşker xwestin bi wesayîteke siwîl cenazeya hevalê xwe yê ku hatibû kuştin ji cihê teqînê dûr bixin ku ji teref leşkerên din ên herêmê ve hatine zenkirin ku PKKyî ne û di ser wan de berik reşandine ku her 3 leşker li wê derê bi berikê hevalên xwe bêhemdî hatine kuştin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin derbarê bûyerê de tehqîqet berdewam dike û heta niha 8 kes hatine binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir