Walîyê Kerkukê: Em encamên hilbijartinan red dikin

Rakan Saîdê Walîyê Kerkukê destnîşan kir ji ber ku hilbijartin bi şaîbe bûn ew encamên hilbijartinê red dikin.

Hilbijartinên li tevahîya Iraqê xelas bûn lê belê derbarê xetîceyên wan de hêj nîqaş berdewam dikin. Nîqaşek jî ji teref Walîyê Kerkukê ve hat destpêkirin. Rakan Saîdê ku Walîyê Kerkukê ye di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de destnîşan kir ji ber ku bi şikleke eşkere hîle hatiye kirin welatî bi rojan xwepêşanan li dar dixin.

Saîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku hîle hatiye kirin li hawirdorê bêewlehî hakim e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel ku encamên fermî hatibin eşkerekirin jî hêj em li ser daxwaza xwe ya jimartina dengan a bi destan venegerîyane. Mixabin ev tiştên ku rû didin gefê li aştîya di navbera qewmên li Kerkukê de ye dixwin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e