Muharrem Gençê Miftîyê Bajêra Bîngolê derbarê pîrozbahîyên ku di sersalê de tên kirin de nirxandinan kir û diyar kir divê kesên xeyrîmuslum neyên teqlîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em saleke din li pey xwe dihêlin û em ê çend roj şûnde bikevin saleke nû. Xweda di Qur’ana Kerîm de di sûre û ayetan de li ser wextê sond dixwe. Wek mîna We-l Asr, We-l Qamer û We-ş Şems sond xwariye û balan kişandiye li ser wextê. Lewra wext ji bo me gelekî muhîm e, ji bo wezîfeya me ya evdîtîyê, ji bo plankirina dahatûya me û ji bo axreta me pir muhîm e.”
“Divê Mislimanek hisaba emrê çûyî û ya mayî bike”
Genç di berdewama axavtina xwe de hedîseke Resûlullah di bîran xistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em hisaba emrê çûyî û ya mayî bikin û ji xwe bipirsin ka gelo em çi qas qedr û qiymetê didin wextê. Saleke nû dest pê dike. Divê Mislimanek hisabê bike û tefekûr bike, ka ew emrê xwe li kû derê, çawa derbas kiriye, qedr û qiymeta sihheta xwe çi qas zanibûye, karên baş û bi kêr kiriye yan na? Divê Mislimanek planên wisa musbet bike. Vaye divê em sala nû bi vî awayî binirxînin.”
“Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê û kirina tiştên heram xeflet e”
Genç di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê muhasebeya sala çûyî bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê xeflet e, em nikarin ji bo dahatûya xwe planeke wisa bikin. Bi kirina heramê, vexwarina eraq û bi lîstina qumarê û bi zirar dayîna ji sihhetê re em nikarin qedr û qiymeta wextê bizanibin.”
ÎLKHA