Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo hilbijartinên herêmî çû li ser sindoqê û di seat 11.30î de dengê xwe da. Yapicioglu piştî dengdayînê destnîşan kir bila ev hilbijartin bibin wesîleya xêran.
Yapicioglu digel heyeta pê re dengê xwe li Lîseya Anadolî ya Ehmedê Xanî di sindoqa bi nimreya 2176an da. Yapicioglu li cihê dengdayînê silav da wezîfedar û muşahidên sindoqê û qewetbûn ji wan re got ‘qewet ji we re.’
Yapicioglu di berdewama daxuyanîya ku piştî dengdayînê da de wiha diyar kir “ Me wezîfeya xwe bi cî anî û dengê xwe da. Ez niha ve temennî dikim ku encam bibin wesîleya xêran. Ez hêvî dikim ku ji niha pê de tiştekî xemnak û dilşewat pêk neyê. Ez hêvî dikim ev hilbijartin ji bo memleket, welat, herêma û ji bo ummeta Îslamê me bibe wesîleya xêran. Ev yek pêşbirgekek e; ne şerê man û nemanê ye. Ew ê li her bajarî kesek ji bo serokê şaredarîyê bê hilbijartin. Ez hêvî dikim ev hilbijartin bi aramî derbas bibin û encam bi xêr bin.”
Li Tirkîyê îro dê 56 milyon û 911 hezar û 967 hilbijêr ji bo hilbijartinên herêmî biçin li ser sindoqan.
Li bajarên bi navê Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzîncan, Erzurum, Entabê, Gîresûn, Gumuşxane, Hekkarî, Qers, Malatya, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sîwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Ardahan, Idîr û Kîlîsê di seata 07.00an de muameleya dengdayînê dest pê kir û dê di seat 16.00an de bi dawî bibe. Li bajarên din jî dendayîn di seat 09.00an de dest pê kir û ew ê di seat 17.00an de bi dawî bibe.
ÎLKHA