Wêneyên Orgenel Temellî yên bi cil û bergên pêşmergeyan derketin holê

​WêneyênOrgenel Îsmaîl Metîn Temellî yên bi cil û bergên pêşmergeyan ên dema ku di “Hêzên Taybet” de wezîfedar bû derketin holê.

Navê Orgeneral Temellî berîya hilbijartinên serokomartîyê bo Erdogan lêxistina çepikan hatibû rojevê. Wêneyên  Organel Îsmaîl Metîn Temellî yên bi cil û bergên pêşmergê yên dema ku di Hêzên Taybet de wezîfedar bû berî vê du rojan derketin holê û ji ser medyaya civakî hatin belavkirin. Temellîyê ku di “wezîfeya taybet” de sûreta wî hatiye girtin bi keleşa di destê xwe de û bi cil û bergên li xwe kiriye balan dikşîne li ser xwe.

Tê diyarkirin sûret di salên 90î de hatiye girtin û Temellî bi xwe di nav wan leşkerên Tirkîyê yên ku di sala 1994an de wextê pevçûna di navbera Barzanî û Talabanî de li herêmê wezîfedar bûn de cî girtiye û li wê derê wezîfedar bûye.

Orgeneral Temellîyê ku we “fermdandarê Efrînê” tê naskirin, “Harekata Çiqlê Zeytûnê” û “Mertala Feradê” îdare kir û di  civîna dawî ya Şûraya Leşkerî ya Bilind de ji “orgeneraltîyê” re hat terfîkirin.

Temellî di van hilbijartinên dawî de bûbû hedefa Muharrem Înceyê  ku bû namzedê serokomarîyê û Înce gotibû ku “ez ê apoletên te jê bikim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû