Weqfa Evîndarên Pêxember bernameyên mewlûdê da destpêkirin

Weqfa Evîndarên Pêxember bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê di meha nîsanê de li gelek bajaran bi mijara “Fêmkirina Hz.Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bernameyên mewlûdêtertîp bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat belavkirn de hat diyarkirin ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve  ew ê di meha nîsanê de li gelek bajaran bi mijara “Fêmkirina Hz.Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bernameyên mewlûdê  bên tertîpkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rêya Hz. Muhammedê ku Rêberê Edalat û Exlaqê ye rêya rizgarîyê ye.

Nurettîn Teymûr, Mehmet Elî Ruzgarê Koordînatorên Weqfa Evîndarên Pêxember  û Serokê Medya û Danasînê Fewzî Aydin derbarê bernameyên ku dê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve dê di meha nîsanê de bên tertîpkirin de daxuyanî dan.

Rayedar derbarê mijarê de wiha nirxandinan kirin:

Nurettîn Teymûr: “Ew meydanên ku ji îqlîmeke manewî re  hasret mabûn ew ê bi wan bi sed hezar kesên ku Wî bi zikir dikin watedar bibin.”

Mehmet Elî Ruzgar: “Ji bo însanetîyê bes rêyek heye, ew jî çûyîna di pey şopa Resûlê Xwedê de ye.

Fewzî Aydin: “Tu hêz dê nikaribe vî xelkî ji rêya Pêxember veqetîne.”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de dîrokên bernameyên ku dê di meha nîsanê de bên tertîpkirin wiha hat birêzkirin:

-Şirnex/Cizîrê-7ê Nîsanê-Seat: 16.30- Parka Wesayîtan a Şaredarîyê

-Edene/Navend- 13ê Nîsanê- Seat: 19.00- Şanoya Qada Vekirî ya Mîmar Sînan

- Êlih-Navend- 14ê Nîsanê- Seat: 13.30- Li kêleka otogarê  Qada Mewlûdê

- Îzmîr/Bûca- 14ê Nîsanê- Seat: 14.30- Meydana Mîtîngê ya Akinciyan

- Bîngol/Navend- 20ê Nîsanê-Seat: 14.00- Stada Bajêr

- Wan/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Qada Mîtîngê ya Kelehê

- Stenbol/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 14.00- Qada Mîtîngê ya Derîyê Nû

-Xarpêt/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Meydana Îstasyonê

- Agirî/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Salona Werzîşê ya Girtî ya 15ê Nîsanê

-Mêrdîn/Midyadê- 21ê Nîsanê-Seat: 13.30- Qada Mîtîngê ya Midyadê

- Mêrsîn/Navend- 27ê Nîsanê- Seat: 20.30- Salona Şanoya Anfî ya Parka Ataturk

- Diyarbekir/Navend- 28ê Nîsanê- Seat: 13.30- Qada Newrozê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin