Weqfa Evîndarên Pêxember peyama îdê weşand

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek hat weşandin, di peyama ku hat weşandin de îda temamê Mislimanan hat pîrozkirin.

Peyama îdê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ji teref Berdevkê Weqfê Yahya Ograş ve hat xwendin.

Ograş di destpêka peyamê de diyar ki Îda Remezanê ya u piştî Leyletul Qedra ji hezar mehî bi xêrtir e û meha Remezanê tê ji bo Misimanan mukafat e.

“Îd wextek ji wan wextên manewî ye”

Ograş di berdewama peyamê de di bîran xist ku êdî meha Remezanê li ber xelasbûnê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îd navê kêfxweşî û şahîya di dawîya meha Remezanê de ye. Îd ji bo Mislimanan rojên xweşî û şahîyê ne ku divê Misliman di wan rojan de xemhîn û mehzûn nebin û ji kesî nexeyidin. Îd wextek ji wan wextên manewî ye. Ez îda xelkê me yê ku Evîndarên Pêxember in û îda ummeta Îslamê pîroz û mibarek dikim  û ji Xweda hêvî dikim ku ev îd bibe wesîleya şiyarbûna ummeta Îslamê ya li dijî kufrê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin