Weqfa Evîndarên Pêxember terora xaçperest telîn kir

Weqfa Evîndarên Pêxember di peyama xwe ya ku weşand de êrîşa xaçperest telîn kir.

Berî vê du rojan li New Zelandê di wextê nimêja înê de terorîstekî xaçperest êrîş bir li ser camîyê û 49 Mislimanî şehîd kir û 48 Mislimanî jî birîndar kir.

Derbarê vê qetlîama ku li New Zelandê ji teref terorîstekî xaçperest ve hat lidarxistin de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat gotin:

“Dema ku musîbetek tê li serê wan, dibêjin: ‘Em evdê Xwedê ne û bêşiphe em ê vegerin ba Wî.’(Bakara-156) Di 15ê Adarê roja Înê li New Zelandê  ji teref dijminên Îslamê yên ku xwedî zihniyeta xaçperest û siyonîst in ve êrîşeke hovane û zelîl li Camîya El-Nûr hat kirin. Em vê êrîşa terorê telîn dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ew, wî kesê ku vê qetlîamê kiriye û wan kesên ku destekê dide wan ji bo hûrmeta navê xwe yê El-Qahhat qehr û perîşan bike. Em şehadeta wan birayên xwe yên ku di qetlîamê de şehîd bûn tebrîk dikin û ji bo wan birayên xwe yên ku birîndar bûne jî şifayê teleb dikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”