Weqfa Kerwana Umûdê ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan da destpêkirin

Ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve him li Tirkîyê û him jî li derveyî welêt ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan hat destpêkirin.

Hat ragihandin ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve him li Tirkîyê û him jî li derveyî welêt ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan hat destpêkirin. Di bergeha projeyê de kesên êtîm hatin birin cilfiroşan û ji wan re alîkarîya cil û bergan hat kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

 “Xêrxwaz bûn wesîleya vê kêfxweşî û û şahîyê”

Kurtaran di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir bi mebesta dilxweşkirina yetîman hereket dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Kerwana Umûdê niha xebatên xwe didomînin û niha jî projeya me ya alîkarîya cil û bergan a ji bo yetîman berdewam dike. Bi izna Xweda me îro j 100 zarokên xwe re alîkarîya cil û bergan kir. Em hewl didin ku zarokên xwe kêfxweş bikin.  Ji bilî van jî me ji bo êtîman jî proje da destpêkirin û ji bo kesên feqîr xwarina fitarê belav kir. Îro li çend cihên Stenbolê ji teref sazîya me ve ji zarokan re alîkarîya cil û bergan tê kirin. Xêrxwaz bûn wesîleya vê kêfxweşî û û şahîyê. Mala wan ava be û Xweda ji wan razî be. Em wek Kerwama Umûdê di navbera xêrxwaz û kesên feqîr de pirek in.”

Cankurtaran di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku 15 Remezanê roja êtîmên cîhanê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Weqfa Kerwana Umûdê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji alîkarîya cil û bergan kir. Nexasim li Xazzê, Yemen, Efaxanista, Bangledeş û Afrîkayê  me gelek bernameyên xwe  tetbîq kir. Di Îda Remezan û Qurbanê de em hewl didin bi alîkarîyên ku bên kirin zarok kêfxweş bibin. Em dibêjin ger êtîm bikenin  ew ê dinya bikene.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da
Di çalakiya 1ê Gûlanê de ji bo Şehîdê Qudsê Hasan Saklanan re nimêja cenazeyê hat kirin
Li Stenbolê di çalakîyên 1ê Gulanê de 210 kes hatin binçavkirin
Ji alîyekî ez kêfxweş im ji alîyekî jî xemgîn im