Weqfa Yetîmdera ku bi xebatên alîkarîyê yên ku li çar alîyê dinyayê bo kesên feqîr û jar dike tê naskirin vêcar jî li Ugandaya ku welatek ji welatên feqîr a Efrîqayê ye alîkarîyê kir. Weqf di bergeha xebatên alîkarîyê de li Entalîkeya gundê Kamûlîya bajêra Ugandayê zarokên ku ji ber bêderfetîyan nikarin bên sinnetkirin da sinnetkirin.
Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Memduh Emek derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandayê berdewam dikin de destnîşan kir wan li gund organîzasyona sinnetê dane tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me organîzasyona sinnetê da tertîpkirin, lewra malbatên ku lawên wan hebe ji ber bêderfetîyan nikarin zarokên xwe bidin sinnetkirin. Malbat bo karibin zarokên xwe karibin bidin sinnetkirin divê 200 kîlometre rê biçin û bigihijin bajêr. Lê pereyên çûnê yên van malbatan nîne. Mislimanên li vê derê di nav perîşanîyê de ne. Encax dikarin bi zor bela debara xwe bikin.”
“Însanên niyetxirab di bin navê sinnetê de berê însanan didin nexweşîyan”
Emek di berdewama axavtina xwe de diyar kir organîzasyona sinnetê bi Mislimanên Ugandayî pir mûhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra ger ev bernameya sinnetê ji teref me Mislimanan ve neyê tertîpkirin wê demê ev yek bi destê hinek kesên endanên dînên din ve tê kirin ku ev însan niyetxirab in û di bin navê sinnetê de tiştine wisa dikin ku însanan nexweş dixin. Ev kes bo xwe li ber çavên Mislimanan şêrîn nîşan bidin di serî de xelatan didin wan; lê belê bi qasî ku me ji rayedaran bihîstiye di nav çend mehan de nexweşîyên giran bi zarokan re xuya dikin û ev yek dibe sedema nemêrîyê. Ji ber vê yekê divê miheqqeq ev organîzasyon ji teref me Mislimanan ve bên tertîpkirin.”
“Zarokên ku nikaribin tedawî bibin dimirin”
Emek di dawîya axavtina xwe de wisa bang li Mislimanan kir: “ Li vê derê sedeme sereke ya mirinên zarokan nexweşîya tayê ye. Lewra nexweşîya tayê li vê derê gelekî zêde belav bûye. Tedawîya vê nexweşîyê gelekî hêsan e. Bi dermaneke ku bihaya wê dolarek e ev nexweşî ji holê radibe. Lê belê ji ber ku derfeta wan nîne û rewşa malbatan xirab e zarok dimirin. Ji ber wê yekê divê Misliman birayên xwe yên li vê derê ji bîr nekin.”
ÎLKHA