Weqfa Yetîman a xebatên xwe yên alîkarîyê li Ugandaya li welatê Afrîqayê didomîne. Weqfa ku berî niha li gundê Kîkverîya bajêra Kamûlîya Ugandayê mescîdek ava kir, vêcar jî li gundê bi navê Entalîkeya ku 195 kîlometre ji bajara Kamulîyê bo bîrê avê cî da tespîtkirin û dest bi kolana bîra avê kir.
Weqf dîsa li heman herêmê ji pîrekan re alîkarîya pereyan û bo malbatên feqîr jî alîkarîya erzaqê kir.
"Ew ê Misliman ji bêavîtîyê xelas bibin"
Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de diyar kir ew di warê vekirina bîrên avê de bo xelkê herêmê xebatan dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hatin gundên Kîkverîya bajêra Kamûlîya Ugandayê. Me li vê derê alîkarîya erzeqan ji xelkê re kir. Cil û bergên ku kesên xêrxwaz şandibûn jî me ji xelkê re belav kirin. Her wisa me temela bîra avê da vekirin. Înşallah piştî ku bîra avê xelas bû re ew ê xelkê gund ji bêavîtîyê xelas bibe û bi şikleke hêsan karibe avê tedarik bike. Înşaallah em ê temela mescîdê jî di van rojên pêşîya me de bavêjin. Bîra avê li ser navê Hecî Evdillah û xanima wî Leyla Yilmaz tê çêkirin.”
Şênîyên gund ji ber alîkarîyên ku hatin kirin malavahîyên xwe anîn zimên.
ÎLKHA