Wesaîta ku mamoste dibir gindirî çem: 6 birîndar

Li Şîrvana navçeya Sêrtê ji ber ku ajovanê wesaîtê hakimyeta dîreksyonê xwe winda kir wesaît gindirî çem bû û qeza çêbû, di encama qezayê de jê 2 mamoste giran, 6 mamoste birîndar bûn.

Li Şîrwanê wesaîta mamoste dibir ji ber ku ajovanê wesaîtê hakimyeta dîreksyonê xwe winda kir wesaît gindirî çem bû û qeza qewimî, di encama qezayê de jê 2 mamoste giran, 6 mamoste birîndar bûn. 

Qeza li Taxa mewkîya Fatîha Şîrvanê derdora saet 14.30an de qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin mamosteyên ji dibistanê derketin û xwestin vegerin Şîrvana Sêrtê piştî ajovanê wesaîtê hakimyeta dîreksyonê xwe winda kir wesaît gindirî çem bû.  

Ji mamosteyan; Şengul Bozan (27) û Bahar Dortbudak giran Sumeyye Guleç, Meryem Kartal, Zafer Sağlam û Firat Cayit jî sivik birîndar bûn.

Piştî ku welatîyên derdorê agahî dan, ekîbên tendirustîyê hatin sewqkirin cîyê bûyerê. Piştî midaxeleya ewil kesên birîndar bi ambolansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Hat îfadekirin ku mamosteyên hatin rakirin nexweşxaneyê rewşa wan baş e û wesaîta gindirî çem bûye jî bi alîkarîya vîncê ji çem hat derxistin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin