Wesayîta leşkerîyê qulibî: 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn

​Di qezaya ku li Şemzînana Colemêrgê pêk hat de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Şemzînana Colemêrgê wesayîta leşkerîyê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 jê giran tevde 7 leşker jî birîndar bûn.

Qeza li gundê Samanliya Şemzînanê di seat 10.30an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta leşkerîyê ya ku ji gundê Samanliyê ber bi Rûbarokê ve diçû di fitlonekê de qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 jê giran tevde 7 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn