Wezîr Çavuşoglu bersiva teklîfa “dev ji mûşekên S-400î qerin” da

​Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku li Lîtvanyayê axivî, bersiva teklîfa “dev ji mûşekên S-400î qerin” a endamên Kongreya Amerîkayê da.

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve piştî hevdîtina ku bi hevkarê xwe yê Lîtvanyayî re kir re daxuyanîyek da. Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de bersiva teklîfa “dev ji mûşekên S-400î qerin” a endamên Kongreya Amerîkayê da û got “Ev yek ne tercîhek e, mecbûrîyet e.”

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de weha axivî: “Bo pêwendî asayî bibin divê şert û mercên ku neyên qebûlkirin neyên danîn. Pêdivîya min bi pergala parastina asîmanê heye. Me vê yekê Amerîka jî di nav de ji muteffîkên xwe teleb kir, lê nedan me. Amerîka garantîya firotina patrîotan dide qey? Di balafirên şer ên F-35an bi xwe de jî şertan dideyne. Standina pergala parastina asîmanê bo ewlehîya min elzem e. Ev yek ne tercîhek e, mecbûrîyet e. Ger wek wan fîlmên kovboy de bibêje “tiştê ku ez dixwazim dikarim  bikim” wê demê dê beramberê vê yekê hebe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir