Wezîr Soylu: Hejmara kesên ku ji tiryakê mirin ji 941î daket 228an

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyluyê ku di civîna ku hat tertîpkirin de axivî, destnîşan kir hejmara kesên ku ji ber tiryakê mirin ji 941î daket 228an.

Li Ajansa Pêşveçûyînê ya Çukurovayê  “Civîna Lijneya Koordînasyona Bajêr a Micadeleya bi Rejêrîyê re” hat tertîpkirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi xwe jî beşdarî vê bernameyê bû û di bernameyê de derbarê kesên ku ji ber tiryakê mirine de axavtinek kir.

Soylu di axavtina xwe de qala wan xebatên ku li dijî tiryak û tiryakfiroşîyê tên kirin kir û derbarê mijarê de wiha got: “Ji şikeftan bigirin heta ber mekteban, ji bejayê bigirin hetanî deryayê li gelek deran tiryak hat bidestxistin. Di encama van xebatên me yên ku li dijî tiryakê hatin kirin de hejmara kesên ku ji ber bikaranîna tiryakê jiyana xwe ji dest dan ji 941î hat daxistin 228an.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir