Wezîrê Karên Derve yê Siûd: Bûyera Kaşikçi xetayeke mezin bû

Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Siûd derbarê cinayeta rojnameger Cemal Kaşikçi de destnîşan kir bûyer sûceke mezin û xeta ye.

Wezîrê Karên Derve yê Siûd Adil el-Cubeyr, derbarê  kuştina rojnamegerê Siûd Cemal Kaşikçi de daxuyanîyeke nû belav kir.

“Ew ê hemû kesên ku beşdarî sûcê bûne bên darizandin”

El Cubeyr di daxuyanîya ku da de destnîşan kir lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û dû re wiha got: “ Lêpirsîn berdewam dike, lê belê hinek pirsên ku hêj em li bersiva wan digerin hene. Ji nêz û dûr ve tu eleqeya vê meselê bi Prens Selman re tune ye. Ev mijar dê li ser siyaseta derve ya Siûd tesîr neke. Kesên ku vê çalakîyê kirine Siûdî ne û ev bûyer li ser axên Siûdî qewimîye. Bûyer sûceke mezin û xeta ye. Ew ê hemû kesên ku beşdarî sûcê bûne bên darizandin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e