Wezîrê Parastinê yê Amerîka dev ji wezîfê berdide

Wezîrê Parastinê yê AmerîkaJîm Mattîs daxuyand ewê di dawîya meha sibatê de dev ji wezîfê berde.

Hat ragihandin Jîm Mattîsê Wezîrê Parastinê yê Amerîka piştî qerara Trump a vekişandina leşkeran a ji Sûrîyê dê di dawîya meha sibatê de dev ji wezîfê berde.

Agahîya dev ji karberdanê ji teref Jîm Mattîsê Wezîrê Parastinê yê Amerîka ve hat belavkirin. Mattîs di nameya ku nivîsand de destnîşan kir ew  ê di dawîya meha sibatê de dev ji wezîfê berde.

Tê diyarkirin Mattîs ji ber qerara Trump a vekişandina leşkerên Amerîka ji Sûrîyê û kêmkirina hejmara leşkerên Amerîka ya li Efxanistanê dev ji wezîfê berde.

Trump di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir Jîm Mattîs dê di dawîya meha sibatê de bi “dereceya şeref”ê teqawîd bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e