Wezîrê Parastinê yê Îngltere: Lazim e em bi Talîban re hevdîtinê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îngltere derbarê aştîya Efxanîstanê de îfade kir ku ji bo li Efxanîstanê aştê bê tesîskirin lazim e bi Talîban re hevdîtinên fermê bên kirin.

Wezîrê Parastinê yê Îngltere Gavin Williamson, derbarê tesîskirina aştîya li Efxanîstanê de îfade kir ku lazim e hikumeta Îngîlîz ji bo li Efxanîstanê aştî bê çêkirin bi awakî fermî bi Talîbanê re hevdîtinan bike û biaxiv e.

Li gor xebera rojnama The Telegraphê ya ku li Îngîltere weşanê dike îfade kir ku Williamson, di axavtina ji parlamenteran re kir de îfade kir ku Îngîltere derbarê hilbijartinên dê di dawîya îsal de bên çêkirin de ji bo di nava ewlehîyê de bê çêkirin peyman daye Efxanîstanê. Williamson, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku îstîkrara li Efxanîstan bê çêkirin ji bo wan zaf mihîm e.

Li hêla din Wezîrê Parastinê yê Îngltere îfade kir ku divê hikumeta Efxanîstanê ji bo aştîyek bê şert û merc bi Talîban re biaxive û mizakere bike. Dê li Efxanîstanê di 20ê Cotmeha 2018an de hilbijartinên parlamenterîyê bên çêkirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir