Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê: Hejmara kesên ku li Îranê bi corona vîrusê ketin derket 5an

Saîd Nemekîyê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê destnîşan kir hejmara kesên ku li Îranê bi corona vîrusê ketin derket 5an û ji van 2 kes canê xwe ji dest dan.

Nemekî piştî civîna ku ji bo coronavîrusê hat kirin re daxuyanî da. Nemekî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir 24 kes jî ji ber şika corona vîrusê di nexweşxanê de tên girtin û testên van kesan berdewam dike.

Piştî ku li Kuma bajara Îranê ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan re bi talîmata Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê “Navenda Micadele û Pêşîgirtina Coronayê” hat sazkirin.

Elî Rebîîyê Berdevkê Hikûmeta Îranê  jî derbarê coronavîrusê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Rebîî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir hikûmet ji bo micadeleya li dijî şobê dê temamê tedbîran bistîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn