Xebata Restoreyê

Restorekirina Kelha Cizîrê Dest Pê Kir

 Bajarê Cizîrê, ji bajarên kevnare ye. Bajarê Nebî Nûh(‘e,s) e, bajarê Melayê Cizîrî, seyrangeha Şêx Ehmedê Xanî û warê gelek şêx û mîran buye. Her wiha kelha Cizîrê jî pir kevn e. Gelek mekanên din yên dîrokî jî li bajêr hene.

Kelha Cizîrê, ji teref wezareta Çand û Tûrîzmê ve, di derenca yekem de seha sît hatiye îlan kirin. Ji ber vê yekê jî, li ser kelhê xebata restorekirinê dest pê kir.

Wekî tê zanîn, Kelha Cizîrê bi navê Birca Belek tê zanîn. Di kelhê de, qismên mîna bîna Hemîdiye, hepsa Mem û Zîn, deriyê bişêr hene. Qomandariya Tabûra Eskeriyê 35 sal di kelhê de bicîh bûbû. Du sal berê, tabûr ji kelhê bar kiribû.

Berî niha jî Medresa Sor ya Melayê Cizîrî, hatibû te’mîr kirin û ji îbadetê re hatibû vekirin. Tê de Nimêjên terawîh, hatibûn dest pê kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin