‘Xebata yekxistina wezaretên darayî û navxwe dest pê kir’

Hewlêr, 13 Nîsan (AKnews) – Jêderekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand, xebata yekxistina wezaretên darayî û navxwe yên Kurdistanê dest pê kir û da zanîn, piştî vegera serokê herêmê ji derve dê pirsa yekxistina wezareta pêşmerge jî bikeve rojevê.

êderekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji AKnewsê re got, xebatên cîbicîkirina biryara kabîneya 7em a hikûmeta herêmê ya yekxistina wezaretên darayî û navxwe dest pê kir.

Jêderê han diyar kir, heyama 45 roj bo yekxistina wezaretên han hatiye diyarkirin, bi vî awayî dê sîstema “du îdareyî” li Kurdistanê bi dawî bibe.

Wî jêderî, wiha domand, lêjneya ku bo cîbicîkirina biryara han hatiye pêkanîn, duh dest bi karê xwe kir û hinek gavên seretayî avêtiye û tê payîn di heyama diyarkirî de wezaretên darayî û navxwe bibin yek.

Li bara yekgirtina wezareta pêşmere jî, wî jêderî got, wezareta pêşmerge jî divê wek wezaretên han bibin yek lê ev yek, dema serokê herêmê ji derve vegeriya, dê bikeve rojevê.

sm AKnews

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin