Xebatên lêgerînê yên zarokê windabûyî berdewam dikin

Xebatên lêgerînê yên Yusuf Yimazê 14 salî yê ku li Farqîna Diyarbekirê winda bû berdewam dikin.

Yusuf Yilmazê 14 salî  berî vê 2 rojan piştî ku bo heywanên xwe biçêrîne ji malê derket winda bû, Yilmazê ku  berî vê 2 rojan winda bû xeber jê nayê standin.

Yusuf Yimazê 14 salî yê ku li Malabadêya Farqînê dijîya, berî vê du rojan bo heywanên xwe biçêrîne ji mala xwe derket. Dema ku bû êvar û wextê vegerê hat, Yilmaz nehate malê. Di encama lêgerînên ku hatin kirin de hat fêmkirin ku Yilmaz winda bûye.

Ji ber îxbara ku hat kirin yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Ji ber xebatên ku hatin destpêkirin derîyên bendavê ji teref DSÎyê ve hatin girtin. Xebatên lêgerînê her wisa qanalên avdanê de jî berdewam dikin. Lê belê ev du roj in ku hêj ji Yilmaz xeber nayê standin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn