Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdên xwe bistîne

Serokomarê Îranê Rûhanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdan bistîne.”

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê li Bendera Lengeya girêdayê parêzgeha Hurmuzgana li başûrê Îranê xîtabî xelkê kir. Rûhanî di axavtina xwe ya ku li wê derê kir de balan kişand li ser leşkerên Îranê yên ku di êrîşa ku hat kirin de hatin kuştin û destnîşan kir ew ê heyfa şehîdan bistînin.

“Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdan bistîne”

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdan bistîne. Ew hovên ku muhafizên me fedaker ên ku sînorên me muhafeze dikin şehîd kirin dê nikaribin ji ber întîqama me birevin.”

“Ew kesên ku zen dikin Amerîka û siyonîst aramî û hizûrê bînin herêmê di nav xeletîyeke mezin de ne”

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser helwesta Amerîka û siyonîstan a li herêmê û axavtina xwe wiha domand: “ Ew kesên ku zen dikin Amerîka û siyonîst aramî û hizûrê bînin herêmê di nav xeletîyeke mezin de ne. Pêwîst e em Misliman bibin yek û ewlehîya herêmê saz bikin. Lê belê hinek dewlet  ketine rêyeke xelet û xwe bi Amerîka û siyonîstan ve girtine.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn