Xidir Adnanê lîderê Filistînî ev 57 roj in ku greva xwe ya birçîbûnê didomîne

Lîderê Filistînî Xidir Adnan ji ber ku bi muameleya keyfî di zindanên siyonîstên terorîst de tê girtin ev 57 roj in ku ketiye greva birçîbûnê.

Muesseya Êsîr û Şehîdan a Mehcet’ul Qudsê destnîşan kir Xidir Adnanê lîderê Filistînî greva xwe ya birçûbûnê ya ku berî 57 rojan dabû destpêkirin didomîne.

Muesseya Êsîr û Şehîdan a Mehcet’ul Qudsê, di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ziyareta parêzer û naskerîyên Lîderê Filistînî Xidir Adnan tê astengkirin û derbarê rewşa wî ya tenduristîyê de agahî nikare bê standin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li rêxistinên mafên însanan û sazîyên derbarê êsîran de hat kirin û ji wan hat xwestin bo rejîma îşxalê dawî li îhlalan bîne zextan lê bikin.

Di daxuyanîyê de her wisa hat diyarkirin mafên êsîran bi peymanên navneteweyî hatin xistin bin  garantîyê û mafê êsîran heye ku bi parêzerên xwe hevdîtinê bikin.

Siyonîstên terorîst Lîderê Filistînî Xidir Adnanî di 11ê Berfanbara 2017an de desteser kirin. Adnan berî niha du caran di zindanên siyonîstên terorîst de dest bi greva birçîbûnê kiribû û li dijî siyonîstan zafer qezenc kiribû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir