Xortê Misirî yê ku ji darbekeran re hat teslîmkirin ji ber îşkenceyan hişê xwe winda kir

Hat hînbûn Muhammed Abdulhafîzê endamê Îxwanê ya ku ji teref Tirkîyê ve ji Misirê re hat îadekirin û nema jê xeber hat standin, ji ber îşkenceyên giran ên ku lê hatin kirin hişê xwe winda kir.

Muhammed Abdulhafîzê endamê Îxwanê berî vê çendakî ji bo stirînê hatibû Tirkîyê ku ji teref Tirkîyê ve ji darbekerên li Misirê re hatibû îadekirin û ji wê rojê heta berî vê çend rojan jê xeber nehat standin. Derket holê Muhammedê ku ji teref Tirkîyê ve ji darbekerên Misirî re hatiye îadekirin ji ber ku ji pîyên xwe hatiye daleqandin û gelek îşkenceyên mezin lê hatin kirin hişê xwe winda kiriye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Muhammed doh hat derxistin mehkemê û li mehkemê hat dîtin ku ji ber îşkenceyan ew hişê xwe winda kiriye, çavên wî baş nabînin û psîkolojîya wî xera bûye.

Derbarê mijarê de ji teref Elî Cumayê Aktîvîstê Misirî ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Elî ve hat belavkirin de hat diyarkirin, parêzerên Muhammed diyar kirin ew doh hatiye derxistin mehkemê û gelek zêde îşkence lê hatine kirin ku ji ber vê yekê ew hişê xwe winda kiriye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir