Ji Sabahattîn Alkanê ku di salên 1990îyan de li Dîyarbekirê xebatên xwe yên Îslamê dikir û ji ber vê xebata xwe dûçarê zext û zordarîya ku di pêvajoya 28ê Sibatê de dihat kirin bû û ket zindanê û dûre jî jiyanek muhacirî jiya, niha jî xeberek bi êş hat.
Alkanê ku bi xwedîdozvanî, rastî, teslîmîyetî, bisebr û şexsîyetekî biryardar dihat naskirin, bi derbaskirina krîza dil wefat kir.
Cenazeyê Sabahattîn Alkan, ji alîyê xizm û hevaldozên wî ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Alkan li goristana Yenîkoyê ya Dîyarbekirê hat şûştin û li wê derê nimêja wî ya cenazeyê hat kirin.
Dûre jî cenazeyê Alkan ji li wê derê hat girtin û gundê Qerekîlîs a ku li wê derê jidayîkbûbû hat definkirin.
Merhûm Alkan, di sala 1970î de li gundê Qerekîlîs a Dîyarbekirê jidayîk bû.
Alkan di emrê xwe yê ciwanî de bi doza Îslamê re xwe nas kir û ji Îslamê re gelek xizmetan kir. Di çarçoveya zor û zehmetîya ku di pêvajoya 28ê Sibatê de li dijî nasnameya Îslamî dihat kirin de di sala 1997an de li dijî wî jî dozek hatibû vekirin û ji ber vê dozê di sala 2000an de ket zindanê.
Alkan heta sala 2011an li girtîgehên ji tîpa Fyê ya Kandira û Eskîşehîrê ma, û di çarçoveya Maddeya 102yemîn a CMKyê di sala 2011an de hat tehlîyekirin.
Sabahattîn Alkan di demek pir kin de derheqê wî de dîsa biryara qefaltinê hat derxistin û vê carê jî jiyanek muhacirî dest pê kir û hîcret kir. Ew bû 15 sal e li hîcretî bû û niha jî xebera Wî ya wefatê hat, ji ber vê xeberê xizmên wî û hevaldozên wî gelek xemgîn bûn.
Sabahattîn Alkan zewicandîbû û 3 jê qîz 2 jê kur tev de 5 zarokên wî hebûn. Tezîyeya Sabahattîn Alkan li mala şînê ya Orhan Ayaz a ku li navçeya Kayapinarê ya Dîyarbekirê re hat danîn. (ÎLKHA)