Xwepêşandar avahîya şaredarîyê şewitandin

Li Basraya bajêra Iraqê komek xwepêşandar avahîya şaredarîyê şewitandin.

Li Basraya bajêra Iraqê xwepêşanên ku dest pê kiribûn her ku diçin mezintir dibin. Di xwepêşanên ku berdewam dikin de xwepêşandaran berî niha avahîya walîtîyê şewitandibûn ku doh jî di ser avahîya şaredarîyê de girtin û avahîyê dan ber êgir.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin komek xwepêşandar doh êvarî li ber avahîya şaredarîyê civîyan û avahîyê şewitandin.

Ev bû nêzî 2 mehan ku li Basrayê ji ber tunebûna ceyran û ava paqij, bêrêtî û kêmbûna xizmetên kamûyê xelk xwe berdaye kolanan û xwepêşanan li dar dixe. Di xwepêşanên ku berdewam dikin de berî vê 2 rojan 7 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dabûn û 70 hî birîndar bûbûn ku ji ber bûyeran ji teref Fermandarîya Operasyonan a Basrayê ve derketina derve li bajêr hatibû qedexekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e