Hat ragihandin li Şiladzêya Dihoka Kurdistana Iraqê xelk ji ber ku di bombebarana ku ji teref TSKyê ve hat kirin de 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan xwe berdan kolanan û xwepêşa li dar xistin. Xelkê Şiladzê yê ku ji bo xwepêşanê kom bûbû bi ser baregaha leşkerî ya Tirkîyê de meşîya.
Li gor îddîayan komek xwepêşandêrên ku têketin baregehê tanq û wesayîtên leşkerî yên di baregehê de şewitandin. Leşkerê Tirkîyê ji ber ku xelk ket baregehê çek bi kar anîn û di hewayê de ji bo hişyarîyê gule reşand. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.
Tê diyarkirin asayîşa Kurdistanê mudaxeleyî bûyerê kir û ji bo xelk aram bibe hewl dide. Lê belê xelkê ku xwepêşanê dike aram nebû û xwepêşana xwe domand.
Derbarê mijarê de ji teref rayedarên her du welatan ve hêj daxuyanîyeke fermî nehatiye dayîn.
ÎLKHA