Yapicioglu dê bo “pirsgirêka Kurd”bangewazîyên girîng bike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê sibe bi mijara “Bo Meseleya Kurd Bangewazîya Çareserîya Adil” civîneke çapemenîyê li dar bixe.

Hat ragihandin Zekerîya Yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê sibe dê li Mala Mamosteyan a Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê civîneke çapemenîyê ya bi mijara “Bo Meseleya Kurd Bangewazîya Çareserîya Adil” li dar bixe.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin ew ê sibe li Mala Mamosteyan a Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê civîneke çapemenîyê ya bi mijara “Bo Meseleya Kurd Bangewazîya Çareserîya Adil” bê tertîpkirin. Seata civîna ku dê bê tertîpkirin wek seat 10.00 hat nîşandan û hat diyarkirin ew ê Zekerîya Yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê di civîna de nirxandinên balkêş bide.

Hat diyarkirin  ew ê di civîna çapemenîyê ya ku dê bê lidarxistin de bê destnîşankirin “Meseleya Kurd” piştî vê pêvajoyê meseleya herî girîng a Tirkîyê ye û dê bang bê kirin da ku di vî warî de gavên pêwîst  û rast bên avêtin û dê dû re pêşnîyazên çareserîyê teqdîmî raya giştî bên kirin.

Di bernameya HUDA PARê de “Meseleya Kurd” cihekî girîng û taybet digire. Li gor bernameya partîyê divê hemû kesên ku bi pêwendîya welatîbûnê bi dewleta Komareya Tirkîyê ve girêdayînê wek Tirk neyên wesfandin, divê zimanê Kurdî digel zimanê Tirkî bibe zimanê fermî ya dudowan, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û bo gel karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne dibê pêşîya wan bê vekirin, divê ew zilma ku di serî de li Şêx Seîd û alimên Kurdan ên rêzdar hatiye kirin bi şikleke fermî bê qebûlkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin
89 wargehên li şeş bajaran rê hatin girtin
Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî