Yapicioglû: Dê îro derbarê hilbijartina Serokomarîyê de beyanatek bê kirin

Zekerîya Yapicioglûyê namzedê parlamenterîyê yê xweser ê Diyarbekirê yê ku HUDA PAR wî destek dike dê îfade kir ku dê îro heqê tewra HUDA PARê ya derbarê hilbijartina serokomarîyê de beyanatek bê dayîn.

Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partîyê Galîp Ensarîoglû, li Diyarbekirê Serokê Giştî yê kevn ê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû yê ku ji bo namzedîya parlamenterîya xweser ji wezîfa xwe îstîfa kirbibû li serokatîya Bajarê Diyarbekirê a HUDA PARê zîyaret kir.  

Ensarîoglû, ji bo hilbijartinên 24ê hezîranê ji Yapicioglû re serkeftin xwest. Yapicioglû, jî ji bo heyeta ew zîyaret kir malavahîya xwe anî ziman.

Li ser pirsa Ensarîoglû ya ku dê tewra HUDA PARê di hilbijartinên Serokomarîyê de çawabe Yapicioglû wiha bersivand “Wek HUDA PARê bi sazûmanî biryareke me heye. Lê belê ez ji bo bibim parlamenterê serbixwe min îstîfa kir. Ji ber vê yekê ez biryarê eşkere bikim ev rast çê na be. Lê belê ez dikarim vêye bibêjim di nava rojek an du rojan de ev biryarê ji teref karbidestên partîyê ve bê eşkerekirin.

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir