Yapicioglu dê li Diyarbekirê mîtîng tertîp bike

Namzedê Serbixwe yê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglu dê roja înê li Meydana Îstasyonê mîtîngê tertîp bike.

Bo hilbijartinên parlementerîyê û yên serokkomartîyê yên ku dê di 24ê Hezîranê de bên kirin re çend rojên jimartî man. Kesên namzed bênavber bo hilbijartinan amadehîyên xwe dikin. Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Serbixwe yê Diyarbekirê jî di bergeha van amadehîyan de xebatên xwe didomîne. Yapicioglu ew ê di vê bergehê de roja înê li Meydana Îstasyonê mîtîngekê tertîp bike.

Temamê xelkê Diyarbekirê hat vexwandin mîtînga ku dê bê tertîpkirin. Yapiciogluyê ku derbarê mîtîngê de daxuyanî da ÎLKHAyê destnîşan kir “Bi izna Xweda ger ev birayê we biçe meclisê ew ê li derveyî wê profîla siyasetmedaran ên ku hûn jê gilî û gazinan dikin tevbigere.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev bû demek dirêj ku helwesta muxalefet û îqtîdarê gazin û gilî tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger Rebbê min lutf bike û xelk ji me re teweccuh bike û ger şerefa ji xelkê re xizmetkirin ji min re bibe nesîb wê demê em dikarin bibêjin ku ‘êdî di siyasetê de wextê guherîna tiştinan hatiye.’ Ew ê mîtînga me di 22yê Hezîranê de li Meydana Îstasyonê de dê bê tertîpkirin. Ez ji niha ve ji xelkê re teşekur dikim. Ez cardin di bîran dixim ‘Betilîn bila nebe sedem ku di xala dawî de reqîbên me bidin pêşîya me.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da