Yapicioglu dengê xwe da

Namzedê Serbixwe yê Amedê Parêzer Zekerîya Yapicioglu li Diyarbekirê dengê xwe da.

Parêzer Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Serbixwe yê Amedê bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê li Kayapinara Diyarbekirê dengê xwe da.

Yapiciogluyê ku derdora seat 10.00an de li Lîseya Anadoluyê Adnan Menderesa Kayapinar 2 a Taxa Mezopatamyayê dengê xwe li ser sindoqa bi reqema 2151an da diyar kir ku ev hilbijartin bo millet û welêt bibe wesîleya xêrê û dû re derbarê hilbijartinan  nirxandike wisa kir: “ Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin bêqeza û bêbela derbas bibin. Înşallah tu bûyereke ku dilan bişewitîne û millet xemgîn bike pêk neyê û hilbijartin bi netîce bibin.”

 “Ez hêvî dikim  ku encamên hilbijartinan bo memleket û millet bibe wesîleya xêran”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir partî û namzed ev bû 2 meh ku propagandayên xwe dikirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê derbarê propagandayê de tiştekî nebêjin. Hemû kes biryara xwe daye. Em hêvî dikin ku ev biryar bi tu awayî di bin tesîrekê de nemînin û xwe di sindoqan de nîşan bidin.Dîsa Eez hêvî dikim  ku encamên hilbijartinan bo memleket û millet bibe wesîleya xêran.”

ÎLKHA




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû