Yavuz: Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di mîtînga li Êlihê hat tertîpkirin de axivî destnîşan kir pêwîst e dewlet bi xeteyên xwe re rû bi rû bibe.

Doh li Êlihê mîtînga Aydin Gokê Namzedê Serbixwe yê Parlementerîyê yê Êlihê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî beşdarî mîtînga ku li Êlihê hat tertîpkirin bû. Yavuzê ku beşdarî mîtîngê bû derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir û balan kişand li ser çareserîya pirsgirêkên heyî.

 “Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe”

Yavuz di axavtina xwe de balan kişand li ser xeteyên ku ji teref dewletê ve hatine kirin û dû re wiha got: “ Em ji dewletê re dibêjin; Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe. Ji vê israra xwe ya qewmîyeperestî û mnîjadperestîyê berde. Li van axan qewmîyeperestî û mnîjadperestîyê nikare bihewe. Em mecbûr in ku vegerin li wê Îslama ku heqîqeta van axan e. Em wek HUDA PARê dixwazin ku ev xal di makeqanûna nû de hebe ; Bila qanûnek tenê jî ya ku li dijî bawerîya  vî xelkî ye bê derxistin.  Lewra Xweda qewm û zimanan wek ayetekê afirandiye. Necibandina qewm û zimanan tê wateya neecibandina tiştê ku ji teref Xweda ve hatiye afirandin. Vaye felsefeya me li ser vê heqîqetê  ye.  Rêxistin û kesên ku dibêjin em ê vê meselê çareser bikin dibe ku makyevelîst tevbigerin û konjokturel hereket bikin. Dibe ku bibêjin ev yek zirarê dide me û em ‘fikra Kurdistanê bavêjin çopê.’ Lê belê em nikarin vê yekê bibêjin.”

İLKHA


























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da