Yekgirto Li Kurdistana Sûrî Ye

Li gor ji xeberan hat zanîn, hat îddî’akirin ku wê Yekgirtoya Îslamiya Kurdistan (YEKGIRTO), li Kurdistana Sûriyê dest bi xebatên Îslamî bike.

Her wek tê zanîn YEKGIRTO cema’etek ji cema’etên Îslamî ye ku ji demeke dirêj heta niha, li Kurdistana Iraqê kar dike. Û xwe bi navê “Îxwan-ul Muslîmîna Kurdistan” bi nav dike.

Li gor xebera qezeteya Be’s ku li Hewlêr tê weşandin, hat îddî’akirin ku di civîneke li Misrê xebata Yekgirto li Kurdistana Sûrî hat nîqaşkirin.

Li gor hat îddî’akirin endamê meclisa Yekgirto Xelîl Îbrahîm Doskî xebera qezeteyê tesdîq kir û got: “Di civînê de ji Tirkî, Urdun, Si’udî û Sûriyê meriv hebûn.”

Berdevkê Yekgirto Selahaddîn Babekr anî ziman ku heta rejima Esed hilneweşe ewê li Kurdistana Sûrî dest bi xebatê nekin.

Dîsa Babekr got: “Em ji civîna Misrê ne agahdar in. Xelîl Îbrahîm Doskî li ser navê xwe tevlî wê civînê bûye û partiya me temsîl nake.”

Her wek tê zanîn di nav Kurdên Sûrî de partiyên demokrat û laîk (sekuler) pir in; lê belê cema’eteke ku li Kurdistana Sûrî kar dike tune ye. (Azad Rastan / Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be