Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê: Quds û Mescîda Eqsayê biparêzin

Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê ya ku bang li welatên Îslamê û Ereban kir daxwaza parastina Quds û Mescîda Eqsayê kir.

Ji teref Elî Qaradaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Qeredaxî di daxuyanîya xwe de bang li welatên Îslam û Ereban kir destnîşan kir; ew êrîşên ku li Mescîda Eqsayê tên kirin ji Mislimanan û nexasim ji Qudsîyan re heqaret e û dû re wiha got: “ Ev êrîşên ku tên kirin vê hawaya bi coş a ku van rojan Misliman tê de dilewitîne.”

El Qeredaxî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew wan êrîşên ku di van rojên dawî de ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin bi tundî şermezar dike û dû re wisa bang li welatên Îslam û Ereban kir: “Quds û Mescîda Eqsayê biparêzin û em li dijî komployon bibin yek.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e