Serokê Konseya Yekîtîya Ewrûpayê Donald Tusk destnîşan kir ew piştgirîyê didin Guaîdoyê ku ji teref Trump ve ‘serokê demkî’ hatiye îlankirin.
Tusk di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de diyar kir “Ez hêvî dikim ku temamê Ewrûpayê destekê bidin hêzên demokratîk ên li Venezuelayê. Juan Guaîdo xwedî selahîyeta demokratîk a ku welatî dane wî ye; ew ne weke Maduro ye.”
Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehîyê û Pêwendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê Federica Mogherini jî di daxuyanîya k u belav kir destnîşan kir “ Li Venezuelayê divê hilbijartinên azad û bi ewlehî û li gorî makeqanûnê bin bên kirin pêvajoyeke siyasî bê destpêkirin.”
ÎLKHA