Yetîm-Dera Ewrûpa ji bi hezaran Afrîkayî re alîkarîya tenduristî û xurekê kir

Yetîm-Dera Ewrûpa li Kenyayê bi sedan kesên ku bi nexweşîya katarakê ketibûn da tedawîkirin û li herêmên ku lê xelas tê jiyîn xwarina germ û xurek belav kir.

Sazîya alîkarîyê Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku bi alîkarîyên dike navê xwe li derdorê daye hesandin li herêma Garîssaya Kenyayê ji ber minasebeta meha Remezanê xwarina germ û xurek belav kir û çavên kesên ku bi nexweşîya katarakê ketine da tedawîkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Huseyîn Ateşê diyar kir ew li bajarê Garîssaya Kenyayê ji 1500 yetîmên ku li êtîmxaneyên bi navê Najah û Alfaruq dimînin re xwarina ger belav kirine û ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê li çar alîyên dinyayê bidomînin.

320 nexweş hat amelîyat û dermankirin

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî niha dîsa li Afrîkayê bi sedan amelîyatên katarakê dane kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li bajarê Garrîssayê me 320 kesên k bi nexweşîya katarakê ketine da amelîyatkirin. Li Afrîkayê  bi hezaran kes hêj li benda amelîyatê ne. Ger ji me re alîkarî bê kirin em ê van amelîyatan ên katarakê bidin domandin.”

Ateş di dawîya axavtina xwe de bo berdewama van alîkarî û amelîyatan bang li kesên xêrxwazan kir.

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû