Yetîm-Dera Ewrûpa projeyên xwe yên qurbanê daxuyand

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîya Însanî ya Navneteweyî ye xebatên xwe yên qurbanê yên sala 2018an li tevahîya dinyayê da destpêkirin.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve li çar alîyê cîhanê gihaştiye hawarê bi hezaran kesên feqîr û jar û sêwî û bêkes û ji wan re alîkarîyên cûrbecûr kiriye xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîya Însanî ya Navneteweyî ye xebatên xwe yên qurbanê yên sala 2018an li tevahîya dinyayê da destpêkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir ew projeyên xwe yên qurbanê yên sala 2018an dane destpêkirin da ku li çar alîyên cîhanê kesên şepirze bûne re bibin alîkar.

Hîsseyên qurbanan bo kerwana qencîyê

Ateş di daxuyanîya ku da de di bîran xist ku Qurban di civakê de rûhê biratî, alîkarîkirin û piştevanîyê zindî digire û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê Eyda Qurbanê de wek eydên din bo em ji bi milyonan kesên feqîr û jar ên li çar alîyê cîhanê dijîn re bibin alîkar dest bi xebatan dikin. Hûn jî dikarin qurbanên xwe bexşînin kerwana qencîyê.”

Di hedefa me ji kesên ku li cihên herî dûr ên cîhanê dijîn re gihandina alîkarîyê ye

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi qurbanên ku dê bi wasitaya Yetîm-Dera Ewrûpa bên serjêkirin dê alîkarî bigihijê kesên mexdûr, mezlûm, yetîm, penaber, koçber û telebeyên li çaw alîyê dinyayê ku em bi vê projeyê hedef dikin ku ji bi milyonan kesan re bibin alîkar. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em xebatên xwe yên alîkarîyê pêşanî li herêmên ku lê xela, birçîtî û şer heye dikin. Kampanyaya me pêşî li Tirkîyê, welatên Efrîqayê, Filistîn, Yemen, Arakan û Balkanan tê meşandin.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê xebatên wan yên qurbanê pêşî li welatên ku pêdivî lê zêdetir bi alîkarîyê heye bên kirin û ew ê ji bilî  alîkarîya qurbanê her wisa alîkarîya cil û bergan jî bê kirin. Ateş dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Qurban parvekirin e, Qurban bîranîn û di bîran xistin e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 mirî
Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin