Yetîm-Dera Ewrûpaji xwendekarên êtîm ên Afrîkayî re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpaji xwendekarên êtîm ên Afrîkayî re alîkarîya kirtasîyê kir.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku sazîya navneteweyî ya alîkarîyê ye û bi alîkarîyên dike navê xwe li derdorê dide hesandin vêcarê jî li Mogadîşûya Somalîyê ji xwendekarên êtîm ên Afrîkayî re alîkarîya amûrên mektebê kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derbarê alîkarîya ku hat kirin de destnîşan kir ew wek komele di bergeha Projeya Kirtasîyê de li herêma Garasbaleya nêzî Mogadîşûya paytexta Somalîyê li xwendekarên êtîm re alîkarîya amûrên kirtasîyê kirin.

Ateş di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew wek komele di wan salên borî de li Asya, Afrîka, welatên Balkanan, Arakan, Tirkîye û li gelek welatên Ewrûpayê  ji zarokên muxtac û feqîr re alîkarîya amûrên kirtasîyê kirine û ew ê di bergeha heyama Perwerde û Hîndekarîyê ya sala 2018an de jî xebatên xwe yên alîkarîyê li welatên cûrbecûr bidomînin. Ateş dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji xwendekarên êtîm û feqîr re alîkarîya çente, qelem, defter, boyax û gelek amûrên din hatine kirin  û ew ê bi alîkarîya xêrxwazan ev alîkarî ji zêdetir kesan re bên kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû