Yildirim: Reqîbê min li pêş e, ez wî tebrîk dikim

Bînalî Yildirimê Namzedê Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê yê AK Partîyê destnîşan kir, li gorî encamên ewil ên hilbijartinê Ekrem Îmamoglu li pêş e, ez wî tebrîk dikim.

Hat ragihandin encamên ewil ên hilbijartina Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê hatin daxuyandin, li gorî encamên neteqez namzedê CHPê li Ekrem Îmamoglu li pêş e.

Heta niha ji sedî 94ê sindoqan hatin vekirin.  Li gorî rayên ku hatine hilbijartin Îmamoglu 4 milyon û 473 hezar û 818 deng û Yildirim jî 3 milyon û 791 hezar û 227 deng stand.

Piştî encamên ewil ji teref Bînalî Yildirimê Namzedê Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê yê AK Partîyê  ve daxuyanîyek hat belavkirin. Yildirim di daxuyanîya ku belav kir; li gorî encamên ewil ên hilbijartinê Ekrem Îmamoglu li pêş e, ez wî tebrîk dikim.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e