Zarok ji pevçûnan zirarê dibînin

UNICEF destnîşan kir rewşa ewlehîyê ya li Malîyê her ku diçe xiraptir dibe û ji ber pevçûnan zarok ji perwerdehî, jiyan û pêşveçûnê mehrûm dimînin.

Li Malîya ku ji sedî 90ê wê Misliman e, zarok dûrî çavên dinyayê êş û elemê dikşînin. Ji ber pevçûnên tund ên ku li welêt rû dane û her ku diçe zêdetir dibin zarok bi birçîbûnê re rûbirû mane û nikarin perwerdehîya xwe bidomînin.

Li gor daneyên ku ji teref Fona Alîkarîyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî(UNICEF) îsal li Malîyê 850 hezar zarokên ku ku emrê wan di bin 5 salan de ye bi birçîbûnê re rûbirû mane. Ji van zarokan tev de 274 hezar zarok rewşa wan qet nebaş û giran û dibe ku jiyana xwe ji dest bidin.

Li Malîyê hêj zêdetirî milyonek zarok nikarin biçin mektebê û ji ber ewlehîyê 750 mekteb girtîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e