Zarokê biçûk ê ku ket koncala selebê ji mirinê filitî

Li Pakistanê zarokekî biçûk wextê ji xwe re dilîst ket koncala selebê, zarok ji teref hemwelatîyan ve hat xelaskirin.

Li Pakistanê zarokekî biçûk wextê ji xwe re dilîst ket koncala selebê, zarok ji teref hemwelatîyan ve hat xelaskirin. Dîmên bûyerê ji teref kamerayan ve hat qeydkirin.

Di dîmenên ku ji ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin zarokekî biçûk ê ku li kolanê ji xwe re dilîze ji nişka ve dikeve koncala selebê ya ku tijî ava. Zarokê biçûk ê ku ket koncalê ji teref welatîyên ku ji wê derê derbas dibûn ve hat rizgarkirin.

Hat diyarkirin bûyer li Pakistanê pêk hatiye û rewşa zarokê ku ket koncala selebê niha baş e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin