Zarokê ku ji balqonê ket ji teref welatîyan ve hat xelaskirin

Zarokê ku li Wêranşara Rihayê ji balqona mala li qeta duyemîn ketxwarê ji teref welatîyan ve hat xelaskirin.

Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê zarokê ji balqona mala li qeta duyemîn ket  xwarê ji teref welatîyan ve hat xelaskirin. Welatîyan pêkhatina bûyerê gavbigav bi telefonên xwe qeyd kirin.

Bûyer li Taxa Golbaşiya Wêranşarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin zarokekî biçûk ê Sûrîyeyî ji ber ku bi tena serê xwe di mal de bû derket balqonê. Zarokê ku derket balqonê demekê ji xwe re lîst û dû re xwe ji balqonê berda xwarê de.

Welatîyên ku zarokê li balqonê dîtin ji bo zarokî xelas bikin sefer bûn. Ji be ku tu kes di mal de tunebû û derî jî girtî bû welatî nikaribûn bikevin malê. Ji ber vê yekê welatî zarokê ku ji balqonê ket xwarê bi destên xwe zeft kirin û ew xelas kirin.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin