Zewahiri Bu Reise `El-Qaide` Ye Nu

Televizyona &`;El ‘Erebîyye” î`lan kir kû li şuna serekê El Qaîde yê şehîd Usame bîn Laden &`;Eymen El Zewahîrî” hat neqandin.

 

“Eymen El Zewahirî” Bû Reîsê “El-Qaîde” Yê Nû

Eymen El Zewahirî Kî ye?
Cenabê Zewahirî, 19 Hezîranê di sala 1951ê de li banlîyoyek paytexta Misrê Kahîre ji malbatek halewext hate dunyayê.
Bavê wî li fakûlta Tibbê ya Zanîngeha Kahîre Profesorê Farmakolojîyê bu. Kalê wî Rebîe El Zewahirî jî li Zanîngeha El Ezherê îmamê mezin bu.

Cenabê Eymen El Zewahîrî di sala 1970 de perwerdeyîya Tibbê bi cerrahtî temam kir ji alîyê şoreşvaneyê ve gelekî şipil bu.
Piştî ku Enwer Sedat di sala 1981an de ji aliyê mîlîtanên Hereketa Cîhada Îslamî ve hate kûştin wî jî tevî bi seda mîlîtanî Cîhada İslamî girtin u 3 sala di hebsê de ma.

Cenabê Zewahîrî di sala 1984an de piştî kû hate berdan çû Efğanistan û tevlî Mûcahidan li hember Rusa cîhad kir. Piştî kû sitêrka Cenabê Usame bîn Laden li ezmanî cîhada Efğanistan bi sebeb alîkarîya wî yê maddî kû ji Mûcahîdan re dikir biriqî Cenabê Zewahirî jî yekîtîya xwe pê re çêkir û bi hev re hereket kirin.

Dîgel vê Cenabê Zewahîrî ji nû ve Cîhada Îslamî li hev civand û dora Usame bîn Laden bi mîlîtanê Cîhada Îslamî ê wek “Muhemmed Atif” û “Seyful ‘Adil” kû wê di êrîşa 11 Eylûlê de rol bistînin tije kir.

Ahmed Nur / Kelhaamed

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be